Dayikên Şemiyê: Windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye 2024-08-31 14:29:26 STENBOL - Dayikên Şemiyê di Roja Windakirina Bi Darê Zorê ya Navneteweyî de daxwazên xwe dîsa anîn ziman û gotin ku windakirina bi darê zorê şerma mirovahiyê ye. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji bo bidawîkirina vê şermê hewceye her kesên xwedî rûmet peywira xwe bi cih bînin.    Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, cara hezar û 14’emîn li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Çalakvanan qurnefîl û wêneyên windakiriyan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de têkildarî 30’ê Tebaxê Roja Windakirina bi Darê Zorê ya Navneteweyî daxuyanî hate dayin.    Seroka Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, parêzvanên mafên mirovan û gelek xizmên windakiriyan beşdarî çalakiyê bûn. Xwişka Mûrat Aslan ê ku di binçavan de hatî windakirin Fatma Aslan metna daxuyaniyê xwend.    ‘NEDIYARKIRINA ÇARENÛSA WINDAKIRIYAN ÎŞKENCE YE’   Fatma Aslan, bal kişand ser kesên ji 30'ê Tebaxa 2011'an û vir ve di binçavan de hatine windakirin û serpêhatiyên wan bi bîr xist û diyar kir ku li her derê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Aslan, destnîşan kir ku weke her sal ew daxwaza darizandina faîlan û ev tişt anî ziman: “Di heman demê de 30’ê Tebaxê jî banga xwedîderketina li xizmên windakiriyan e. Ji ber ku li gorî hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan, hiştina çarenûsa windakiriyan di tariyê de ji bo malbatê îşkence tê dîtin. Me jiya, em bûn şahid, em dizanin. Hesab nepirsîn li ser xizmên windakiriyan bi qasî tundiyê bandoreke xirab li ser xizmên windakiriyan dike. Windakirina di bin çavan de sûcekî hiqûqî ye û temînata ku dê bêceza nemîne, zirara li ser xizmên windakiriyan kêm dike. Ji bo dermankirina birînan hewcedariyek e."    ‘KIRYAR HATIN PARASTIN’   Bi domdarî Aslan diyar kir ku kiryar nehatine cezakirin û wiha pê de çû: “Tevî şahid, belge û delîlan jî serlêdanên me yên der barê windakiriyên me yên ku cenazeyên wan li kêleka rê, li goristanên bêkes û di bîrên asîdê de hatine dîtin wekî ‘îdîayên razber' hatin qeydkirin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê kiryar nehatine darizandin û berovajî ew hatin parastin. Pêvajoyên darazê nehatin destpêkirin û rê li ber eşkerekirina rastiyê girtin."   ‘EM DI PARASTINA MAFÊ EDALETÊ Û HEQÎQETÊ DE BIISRAR IN’   Di berdewamê de Aslan anî ziman ku heta aqûbeta windakiriyan hîn dibin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê di parastina mafê edaletê, heqîqetê û mafê civakê de bi israr bin. Em careke din tînin bîra we; windakirina bi zorê şerma hemû mirovahiyê ye. Ji bo rakirina vê şermê ji ser rûyê cîhanê erka her mirovekî birûmet e.”   Piştî daxuyaniyê, Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê û bi gotina “Ji bo Dayikên Şemiyê û hemû mirovên me yên winda” çalakiya xwe bi dawî kirin.