Xwestin Kuday û Aykaç bên berdan 2024-08-31 15:14:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên mafên mirovan xwestin girtiyên nexweşiyên wan giran Abdulkadîr Kuday û Ayhan Aykaç tavilê bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 649’an de çalakiya xwe ya “Rûniştina F’yê” li dar xist. Çalakî li pêşiya avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin.    Metna daxuyaniyê ji hêla endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran ve hate xwendin.    Onaran, da zanîn ku Kuday nexweşê Amyotrofik lateral sklerozê (ALS) ye û nexweşiya wî rê li ber mirinê vedike. Onaran, pirsgirêkên tenduristiyê yên Kuday rêz kir û ev tişt anî ziman: “Nexweşê ALS’ê ye. Piştî emeliyata fitqa piştê felcê li lingên wî da, guhên wî nabihîsin, çingînî di guhên wî de heye, baş nabîne, dest û lingên wî baş xwe nadin ber, êdî hîs nake, bi zor û zehmetî dadiqurtîne, di navteng, pişt, stû û zikê wî de êşên giran hene, diverişe, apneya xewê, singê wî diêşe û dişewite, gelek zeîf bûye, mîdeyê wî zêde diêşe û di pergala hezmê de pirsgirêkan dijî.”    ‘DAKET BIN 40 KÎLOYAN’   Onaran, got ku kîloya Kuday daketiye bin 40’an, Kuday êdî nikare biaxive, neçarê nav nivînan bûye û bi alîkariya hevalê xwe yê qawîşê dijî. Onaran, got ku tevî gelek raporên ATK’ê yên “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî Kuday nayê berdan û serlêdanên wan bêencam mane.    Çalakî, bi dirûşman bi dawî bû.    ENQERE   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî di hefteya 521’emîn de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatin gel hev. Endamên înîsiyatîfê di çalakiyê de pankarta “Tedawî mafe nayê astengkirin, girtiyên nexweş berdin” hilgirtin.    GIRTIYÊ NEXWEŞÊ DIL   Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ayhan Aykaç ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku Aykaç nexweşê dil e û ji ber vê nexweşiya xwe anjiyo bûye.    BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYÊ DE TÊ RAGIRTIN    Di berdewamê de Yazmaci da zanîn ku nexweşiya Aykaç didome û dermanên tên dayin tu bandorê lê nakin. Yazmaci, wiha pê de çû: “Rewşa wî roj bi roj girantir dibe. Li gel dermanan, her wiha hewayê paqij û liv û tevger jê re hate pêşniyarkirin. Lê ev pêşniyar li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind mimkin nîne. 23 saetan di hucreyeke hewşa wê tune ye de tê ragirtin û 24 saetan temasa wî bi hewayê paqij re nabe. Xwest di nava heman kampusê de biçe girtîgeha hewşa wê heyî lê ev daxwaz hate redkirin.”    DIVÊ EMELIYAT BIBE   Yazmaci, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber fitqa stû divê Aykaç bê emeliyatkirin. Lê ji ber ku bi qasî emeliyatê pêvajoya piştre jî girîng e û ji ber komplîkasyonên emeliyatê,  xetereyê wê hene. Nexweşiyên Aykaç ên weke Servîkal Dîstonî, reflu ya kronîk, întihaba qirikê û mîdeyê hene. Divê şert û mercên wî yên lê dijî bên başkirin, tedawiyên wî bên kirin û ji ber nexweşiyên wî yên giran rapor were dayin û heta baş dibe jî înfaza wî were taloqkirin.”