Bêrîvanên Zozanê Berçelan bertek nîşanî fotokapanan dan 2024-08-31 15:45:13 COLEMÊRG - Bêrîvanên Zozanê Berçelanê bertek nîşanî fotokpanên ji aliyê leşkeran ve hatine bicihkirin dan û xwestin dawî li vê pêkanînê bê anîn.  Leşkeran di 28’ê tebaxê de bi ser Zozanê Berçelanê ku bi ser Colemêrgê ve ye girtin. Tîmên Şaredariya Colemêrgê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye li cem leşkeran çûn operasyonê. Leşkerên ku çûn zozanan li gelek deveran fotokapanan bicih kirin. Piştî serdegirtina zozanan tîmên şaredariyê bi îdiaya ku kaptajê zirar dîtiye der barê zozanvaniyan da karûbarê fermî da destpêkirin.    Kesên ku li deverê bêrîvaniyê dikin bertek nîşanî bicihkirina fotokpanan dan û xwestin tavilê bên rakirin.    Gulşen Ezîlmez a ku li Berçelanê bêrîvaniyê dike nerazîbûn nîşanî fotokapanan da û got hem ew hem jî sewalên wan xwe nagihînin avê. Ezîlmez da zanîn ku ew van kamerayên hatine bicihkirin qebûl nakin û got: “Em jin li vir bêrîvaniyê dikin  û ji mahremiyeta me re rêz nayê girtin. Her wiha ji ber van pêkanînên wan sewalên me jî tî mane. Ez bang li walî dikim, ava me nebirin, îhtiyaca heywanên me bi avê heye. Em dixwazin ava me ku hatiye qutkirin were berdan.”    'KAMERA DANÎNE KONÊN ME JÎ’    Kadriye Akdogan jî bang li walî kir ku û xwest dawî li pêkanînên li ser wan bê anîn. Akdogan destnîşan kir ku leşker gefa “em ê we ji vir biqewirînin” li wan dixwin û hema bêje fotokpanan û kamerayan bi konên wan ve jî danîne. Akdogan got ku ev rewş nayê qebûlkirin û xwest kamerayên hatine bicihkirin bên rakirin.