Turkoglû: Tekane alternatîfa dê aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye 2024-08-31 16:43:59 ÎZMÎR - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di panela bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivî û wiha got: “Tekane alternatîfa li dijî şer dê aştiya gelan pêk bîne niha tecrîdkirî ye. Lewma jî rêya têkoşîna aştiyê bi xwebirêxistinkirinê pêkan e.”    Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi sernavê “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in. Em li dijî şer in” li avahiya Jîn Art Hunerê panelek li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, rêxistinên jinan û gelek jin beşdarê panelê bûn. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Akademîsyena Aştiyê Prof. Dr. Melek Goregenlî, ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin û Parêzer Ayşegul Karpuz Tor wek panelîst tev li bûn.    ‘LI DIJÎ ŞER HEWCEHÎ BI XWEBIRÊXISTINKIRINÊ HEYE’   Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ji ewil axivî û diyar kir ku di jiyana azad û wekhev de bi israr in û wiha got: “Şerê li vî welatî ev sed sal in berdewam dike, înkara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Em tenê behsa şerekî sî, çil salî dikin. Ji damezirandina Komara Tirkiyeyê û vir ve şerê gelan û yekemîn avakirina zîhniyeta netew-dewletê heye. Li dijî olên cuda şer heye. Heya ku hûn mirovên cihêreng asîmîle nekin hûn nikarin bi fîzîkî vê yekê bikin. Wateya çandî winda ye. Her cure polîtîkayên qirkirinê tên meşandin.”   ‘ALTERNATÎFA ŞER NIHA TECRÎDKIRÎ YE’   Bi domdarî Turkoglû da zanîn ku sedema bingehîn a krîza li Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Turkoglû, wiha domand: “Ev tecrîd, di heman demê de tecrîdkirina paradîgmaya azadîxwaziya jinê û ekolojîk e. Hewl didin pêşî lê bigirin ku ev fikr li Rojhilata Navîn, Rojava, Başûr û Bakur belav bibe. Tekane alternatîfa li dijî şer aştiyê pêk bîne niha tecrîdkirî ye. Rêya têkoşîna aştiyê xwebirêxistinkirinê dibe. Lewma divê hemû jin xwe pir birêxistin bikin.”    Ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aştiyê û da zanîn ku bi salan e Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê têdikoşin.    Akademîsyena Aştiyê Prof. Dr. Melek Goregenlî jî bal kişand ser bêedaletiyê û ev tişt anî ziman: “Divê li dijî bêedaletiyê israra xwe bidomînin.”    Parêzer Ayşegul Karpuz Tor jî bal kişand ser pêvajoya nîqaşên aştiyê ya sala 2013'yan û rewşa vê demê.    Panel, bi guhdarîkirina muzîkê bi dawî bû.