Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin 2024-09-19 12:01:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, diyar kir ku îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li wan tê kirin.    Zext, îşkence û miameleya nebaş a li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de didomin. Yek ji girtîgehên di demên dawî de ji ber binpêkirinan her tim di rojevê de jî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê ye. Ji girtiyên siyasî Îsmaîl Tuzun ku yek ji girtiyên nexweş e, bi rêya malbata xwe têkildarî binpêkirinan agahî da.    Tuzun, 21 sal in girtî ye û nexweşiyên wî yên weke rûvî û mîdeyê hene. Lê tevî vê jî di 4-5 mehên dawî de nayê tedawîkirin. Sepanên weke lêgerîna dev, lêgerîna tazî lê tên ferzkirin û ji ber ku van sepanan red dike, nabin nexweşxaneyê. Tuzun, nêzî 3 meh in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Li gorî nûçeya rojnameya Xwebûnê; Tuzun, bal kişand ser zext û tundiya li girtiyan tên kirin. Tuzun, anî ziman ku her girtiyek di odeyekê de tê ragirtin û ev agahî da: “Gefan li me dixwin. Tundiya derûnî û fizîkî dikin. Bi devkî û gotinan îşkenceyê li me dikin. Zorê li me dikin ku em odeyên xwe biguherînin. Ji ber van zextan me dest bi çalakiyê kiriye.”   Bi domdarî Tuzun da zanîn ku zextên li ser wan roj bi roj zêdetir dibin. Tuzun xwest ku parazvanên mafên mirovan û raya giştî li dijî van kiryaran bêdeng nemînin û bikevin nava liv û tevgerê.    Malbata Tuzun jî got ku li gel ku mafê axaftina li ser telefonê 10 deqîqe ye jî telefon di deqeya 7’an de hatiye qutkirin.