Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye 2024-09-19 13:26:33   ENQERE - Li gorî anketa pêşhilbijartinê ya şîrketa Lêkolînê ya Sarosê, DEM Partiyê dengên xwe zêde kirine û bûye partiya sêyemîn.    Şîrketa Lêkolînê ya Sarosê encamên anketa xwe ya pêşhilbijartinê bi raya giştî re parve kir. Li gorî anketê CHP, DEM Partî û YRP dengên xwe zêde kirine. Her wiha Partiya Îyiyê jî gelek deng winda kirine.    Anket, di navbera 4-11’ê îlonê de hatiye kirin û pirs ji 3 hezar û 126 kesan hatine kirin. Li gorî bersivan, rêjeya dengên partiyan wiha ye:    * CHP: Ji sedî 34,1 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 25,33)   * AKP: Ji sedî 30,3 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 35,61)    * DEM Partî: Ji sedî 9,4 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 8,82)    * MHP: Ji sedî 8,7 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 10,07)   * Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 4,9  (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 2,81)    * Partiya Îyî: Ji sedî 3,8 (14’ê gulana 2023’yan: Jni sedî 9,68)    * Partiya Zaferê: Ji sedî 2,6 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 2,23)   * TÎP: Ji sedî 2,4 (14’ê gulana 2023’yan: Ji sedî 1,73)   * Ên din: Ji sedî 3,8   Partiyên Saadet, DEVA û Pêşerojê neketin lîsteyê.