Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin 2024-09-19 14:35:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 10 welatî revandin û ji bo berdanê fîdye ji malbatên wan xwestin.    Binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; çavkaniyên herêmî dan zanîn ku koma paramîlîter a navê “Polîsên leşkerî” lê hatiye kirin, 6 welatî ji navçeya Cindirêsê revandin. Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin ev in: “Nebhan El Yûsif û Îbo Yûsif ên ji gundê Xaltayê, Hec Salih ê ji gundê Meraniyê, Mihemed Hesen Xorşîd û Sîvan Reşîd ên ji gundê Kûrayê û welatiyê bi navê Mistefa Şikrî hatine revandin.”   Heman çavkaniyan da zanîn ku her 6 welatî li Girtîgeha Maratê ya li navenda Efrînê tên ragirtin û komên paramîlîter ji bo berdana wan ji malbatên wan 2 hezar dolar fîdye xwestine.    Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê jî ragihand ku komên paramîlîter hefteyek berê şêniyê bi navê Mihemed Henan (37) li pêşiya mala apê wî ya li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê ber bi cihekî nediyar ve revandine.   Komên paramîlîter mehek berê jî şêniyê bi navê Mihemed Dawûd (38) ê ji gundê Cela yê navçeya Recoyê ji maleke li nêzî Mizgefta Bîlal a li Taxa Eşrefiyeyê revandibûn. Her wiha Mistefa Şaban (40) û Xelîl Şêx Sîdî yên ji gundê Badîna yê bajarê Mabeta yê Efrînê jî hatine revandin.