Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin 2024-09-19 16:40:22   STENBOL - Danişîna doza ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de 38 endamên HDK’ê û HDP’ê yên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, ji bo parastin bên temamkirin taloqî sibê hate kirin.    Danişîna 24’emîn a doza Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de 38 endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn.    Dozger mutalaya xwe ya di danişîna beriya niha de pêşkeşî dadgehê kiribû xwestibû 35 kes bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin û 3 kes jî bên beraetkirin. Dozgerî mutalaya xwe dubare kir.    Ji kesên tên darizandin Can Memîş, parêzera wî Tora Pekîn, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, parêzera wî Nazan Asya Ozmen, parêzera endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Elîf Bûlût û Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangozê Destîna Yildizê bi rêzê parastinên xwe kirin. Dû re endama MYK’a DEM Partiyê Elîf Bûlût, siyasetmedarên din û parêzerên wan parastinên xwe kirin.    Parêzeran û siyasetmedarên ku parastin kirin diyarkirin ku delîlên li dijî hiqûqê hatine komkirin ne delîl in û tevî ku delîlên şênber nînin jî guhdarkirin û şopandina teknîkî bêhiqûqî hatine kirin. Siyasetmedaran diyar kirin ku delîlên dozê tenê ji axaftinên telefonan, daxuyaniyên çapemeniyê pêk tên û ev ne hêmanên sûc in û destnîşan kirin ku bi vê dozê hewl tê dayîn xebatên wan ên siyasî bên astengkirin. Parêzeran jî bi parastinên kirin daxwaza beraetkirina muwekîlên xwe kirin.    Şandeya dadgehê ji bo kesên din ên tên darizandin parastinên xwe bikin danişîn taloqî sibê kir.