Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin 2024-09-22 23:55:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Di kongreya 10’emîn a PYD’ê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên nû hatin hilbijartin.   Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 10’emîn kongreya xwe bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, xurtkirina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk” li dar xist. 700 delege tev li kongreya li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 rojan dom kiriye bûn. Di kongreya PYD’ê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên nû hatin hilbijartin Herwiha ji bo 90 endamên Meclisa Giştî ya PYD’ê jî hilbijartin hate kirin.