Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir 2024-09-23 09:03:06   STENBOL - Di îdianameya derbarê rêveberê rêxistina sûc Bariş Boyûn û 305 kesên din hatiye amadekirin de hat gotin ku polîs bi hinek endamên rêxistina sûc re xebitîne û ji wan re kuryetî kirine.    Ji rêveberê rêxistina sûc Bariş Boyûn di 22’yê gulanê de li Îtalyayê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Boyûn hêj jî li Îtalyayê girtî ye û derbarê Boyûn û 305 endamên rêxistina sûc de îdianame hate amadekirin. Îdianameya ku ji 578 rûpelan pêk tê, ji hêla 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin.    Di îdianmeya navborî de hat diyarkirin ku hinek kesên ji rêxistinê, sûcên “bazirganiya çek û hişbirê, dizî û kuştin, birîndarkirin, talanê” kirine. Hat diyarkirin ku piştî xebatên rêxistinê yên derveyî qanûnî hatine astengkirin, hin êrişên çekdarî pêk hatine û Koma Daltonan van êrişan girtine ser xwe. Hat diyarkirin ku di 8’ê îlona 2022’yan de serokê rêxistina sûc a SKALJARI a Sirp, Jovan Vukotic jî ji hêla Koma Daltonan” hatiye qetilkirin. Tê gotin ku bi hesabên medya dîjîtal yên rêxistina wêne û dîmen hatine parvekirin bi vî awayî jî ji bo ciwanên 15 û 20 salî tev li rêxistinê bibin tên hedefgirtin. Di îdiameyê de ji çileya 2022’yan heya çileya 2024’an 95 êrişên hatine kirin cih girtin. Hat destnîşankirin ku di êrişan de motorên bêyî plaka û wesayîtên hatine dizîn, hatine bikaranîn.    POLÎS Û BEKÇÎ PIŞTGIRÎ DANE   Li gorî îdianameyê tê diyarkirin ku polîsan piştgirî dane êrişkaran. Hat gotin ku endamên rêxistinê yên derbarê wan de biryara lêgerînê hatine derxistin O.H. û  D. E. B ji Îzmîrê birine Stenbolê û polîsan jî alîkariya van kesên behsê xebarê kirine, piştre ji bo van polîsan îxbar hatiye kirin li pey îxbarê hatiye zanîn ku polîsê piştgirî daye li Amîrtiya Navenda Polîsan a Şehît Tevfîk Arslan a Kuçukkoya ya Midûriyeta Polîsan a Gazîosmanpaşayê dixebite M.F.F. ye. Herwiha hat destnîşankirin ku gelek polîs û bekçî jî bi endamên rêxistinê re xebitîne.    ŞAHIDÊ NEPEN: POLÎS KURYETIYÊ DIKE   Îfadeyên şahide nepen “Pamûk” jî di îdianameyê de cih girtin. “Pamûk” bal kişand ser hevkariya polîs û endamên rêxistinê û derbarê mijarê ev tişt gotin: “Ji endamên rêxistinê yê girîng B.A. firar e. Ev şexse ji ber ku firar e, ji bo li Tirkiyeyê neyê girtin, bi polîsan re hevkariyê kir. Dema ku ev kes biçe li cihekê bang li vî polîsî dike, li erebeya wî siwar dibe û bi rehetî pê re diçe her cihê ku dixwaze. Anku ev polîs jê re kurtyetiyê dike. Ez nizanim bê ka ev polîs di kîjan qereqolê de peywirdar e.”    Herwiha di îdianameyê de îfadeyê F. E. ê poşman bûye jî cih girtin. F.E. diyar kir ku piştî ew hate binçavkirin, rêxistina sûc bi riya parêzeran re zext ser ava kiriye û wiha got: “Piştî ku ez di çarçoveya bûyerê de hatim girtin, parêzerên ku Bariş Boyûn şandine, ew îfadeyên ku bi zextê li min dane dayîn bi darê zorê li min dan gotin.”    RÊXISTINA SÛC ‘STRAN’ DAYE ÇÊKIRIN   Di îdianameyê de hat gotin ku bi fermana Boyûn hinek repwan ji bo rêxistina sûc stran amade kirine. Di îdianameyê de wiha hate got: “Di klîba kişandine de cih dane gotin û dîmenên Bariş Boyûn, hewl dane endaman tev li rêxistina xwe bikin, hewl dane bi dîmenên çekan sûc û kirinên xwe rewa bikin. Bi tespîtkirina van xebatên derbarê rêxistina sûc de lêpirsîn hatiye destpêkirin.”