Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin 2024-09-23 10:36:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Yenîşehîra Bûrsayê balafirek perwerdehiyê ket xwarê û 2 polît mirin.    Li navçeya Yenîşehîrê ya Bûrsayê balafirek perwerdehiyê ket xwarê. Pîlotê mamoste û namzetê mamostetiya pîlotê di balafirê de mirin. Di daxuyaniya Walîtiya Bûrsayê de hat diyarkirin ku qeza serê sibehê saet li 8’an li beşa apronê ya Balafirgeha Yenîşehîrê pêk hatiye û ragihand ku balafira perwerdehiyê ya aîdî dibistanek taybet e ketiye xwarê.