Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’ 2024-09-23 10:43:39   COLEMÊRG - Di lêpirsîna têkildarî mirina Rêber Soydan ê bi awayekî biguman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da de biryara “neşopandinê” hate dayîn.     Rêber Soydan ê di 23’yê cotmeha 2022’yan de piştî li navçeya Gever a Colemêrgê hate binçavkirin, bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê yê muebeda giran û 53 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn, di 11’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Soydan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê jiyana xwe ji dest da, di 12’ê gulanê de li bajarê wî hate veşartin. Îdareya girtîgehê îdia kir ku Soydan întîhar kiriye. Malbatê jî diyar kir ku beriya bûyerê bi Soydan re bi telefonê axivî ne, moralê wî di cih de bûye û bawer nakin ku întîhar kiriye.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna têkildarî mirina Soydan dabû destpêkirin temam kir. Dozgeriyê îdia kir ku Soydan xwe daliqandiye û biryara “neşopandinê” da. Dozgeriyê di hinceta biryara xwe de diyar kir ku rewşeke biguman nîne têkildarî vê yekê tu delîlên şênber peyda nekirine, têkildarî bûyerê sûc an jî sûcdarek nehatiye dîtin û anî ziman ku ji ber vê yekê hewcehî li peyketinê nîne.