Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da 2024-09-23 11:24:48   ŞIRNEX - Welatiyê 60 salî Reşît Dalmiş ê tê payîn ku hewl daye xwe bikuje, li nexweşxaneya rakirine lê, jiyana xwe ji dest da.    Hat îdiakirin ku welatiyê 60 salî Reşît Dalmiş ê li taxa Nûr a navçeya Cizîra Şirnexê hew da ku xwe bikuje. Dema şêniyên malbatê ji hewldana Dalmiş hesiyan, wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Dema ku rewşa Dalmiş giran bû, ew rakirin nexweşxaneyekî taybet a li Êlihê.    Tevî hemû hewldanan Dalmiş jiyana xwe ji dest da.