Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir 2024-09-23 11:35:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê ya ji aliyê Şaredariya Amedê ve ku hat vekirin, mufetîşan wezîfedar kir.    Wezareta Karên Navxweyî ji bo Kreşa Zarokistanê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin, mufetîşan wezîfedar kir. Zarokistan di serdema şaredariya DBP’ê ku qeyûm tayînî şûna wê hatibûn kirin, hatibûn vekirin û xizmetê dikirin. Lê belê piştre qeyûm Zarokistanê girtibû.