Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand 2024-09-23 15:32:15   XARPÊT - Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên hatine jêbirin, bi gel re ji nû ve nivîsand.    Şaredariya Depê ya di rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, bi ser riyan, nivîsên hişyariyên yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandin. Kesên nasnameya wan nediyar duh ev nivîs jê birin. Şandeya ku tevî Hevşaredarên Depê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Farûk Hulaku tê de, nivîsên hatine jêbirin, ji nû ve nivîsandin.    Parlamenterê DEM Partiyê Hulakû li pêşiya avahiyê şaredariyê daxuyaniyekî kurt da û wiha got: “Kurdî zimanê herî qedîm ê van axan e, nayê jêkirin, nayê tunekirin. Me li Depê nivîsên xwe yên hatine jêbirin, ji nû ve nivîsandin, daxuyaniya xwe da. Dê hebûna kurdî bi têkoşîna birûmet a gelê me bijî. Dê her êrişekî li dijî zimanê me, biryarbûna me bêhtir xurt bike.”    Beriya niha jî bi fermana Wezareta Karûbarên Hundirîn li bajarên Wan, Amed, Mêrdîn û Êlihê heman nivîsên hişyariyê yên trafîkê, hatibûn jêbirin.