Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê 2024-09-27 12:49:27   WAN - Hat destnîşankirn ku Qeymeqamtiya Erdîşê micira ku Midûriyeta Giştî ya Riyên Bejahiyê (KGM) ji riyan jêkiriye, ji bo nede şaredariyê, rijand sergoyê.    Şaredariya Erdîşa Wanê ji bo di riyên asfalta ku dê çêbike de bikar bîne, micira ku ji qadên berpirsyariyê yên Rêbejan de hatine jêkirin ji qeymeqamtiyê xwest. Şardarî di nivîsa xwe ya daxwazê de wiha got: “Ji bo malzemeyên agrega ê ji hêla Rêbejan ve ji riya Erdîş-Elcewazê bi trîmerê ve hatiye jêkirin, di xizmetên xebata çêkirina riyan de bi kar bîne,em wek şaredarî daxwaza destûrên pêwîst dikin.”    Şaredariya Erdîşê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ji bo malzemeyên ji asfaltê yên hatine jêkirin, di çêkirina riyên nû de bi kar bîne, ji qeymeqamtiyê xwest.    Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku qeymeqamtiyê bersiv neda daxwaza wan. Herwiha Rayedar dan zanîn ku qeymeqamtiya navçeyê, çendekî malzemeyê asfaltê avêtiye sergoyê, çendê meya jî daye Şaredariya Elcewazê ya AKP’î.