Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye 2024-09-28 09:04:21 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Alî Bal diyar kir ku amadekariyên mitînga “azadiyê” ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê kirin didomin û destnîşan kir ku ji bo çareseriya krîzên li welat divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.  Platforma Saziyên Demokratîk xwe ji bo mitînga mezin a di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin re amade dike. Xebatên mitînga ku dê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” bê lidarxistin li gelek navendan berdewam dike. Tê payîn ku ji Stenbolê jî tevlibûneke zêde çêbibe.    GIRÎNGIYA KAMPANYAYÊ    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Stenbolê Alî Bal bal kişand ku 43 meh in bi tu awayî agahî ji Îmraliyê nayên wergirtin û destnîşan kir ku dê bertekên xwe yên li dijî vê di mitîngê de biqîrin. Bal, wiha domand: “Birêz Ocalan hêza bingehîn a çareseriya krîza aborî û siyasî ya ku ji ber şer derketiye holê û tecrîdê ye. Ji ber vê yekê hem li Ewropayê hem jî li Tirkiyeyê kampanyayeke ku nivîskar û rewşenbîr di nav de tê meşandin.”   Bal, îşaret bi girîngiya kampanyaya “azadiyê” kir û wiha got: “Krîza siyasî û aborî ya gelên Tirkiyeyê di nav de ye li holê ye. Bi van krîzan rol û girîngiya birêz Ocalan careke din derket holê ku çiqas girîng e. Di vî warî de ev kampanya gelekî girîng e. Gelekî girîng e ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê û bi encam bikin.”   Bal, diyar kir ku amadekariyên mitînga di çarçoveya kampanyayê de bê lidarxistin berdewam dike û wiha got: “Gel êdî nikarin xwe li israra desthilatê ya di polîtîkayên şer û krîza aborî û siyasî ya afirandiye rabigirin. Ne pêkane ku em li dijî vê bêhestiyar bimînin. Di vî warî de rastiya girîngiya Îmraliyê careke din derket holê. Hêza bingehîn ku vê krîzê çareser bike birêz Ocalan e. Ev careke din derket holê. Me beriya niha pratîkeke din a vê yekê jiya. Girîngiya pêvajoya ku weke ‘Pêvajoya diyalogê’ dihate penasekirin îro careke din derket holê.”   BANGA JI BO MITÎNGÊ    Bal ê bang li hemû beşên civakê kirin ku tev li mitîngê bibin, wiha got: “Di serî de gelê kurd, em banga tevlibûnê li hemû rayagiştî ya demokratîk a Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê dikin. Yekane tişta ku vê krîza aborî, siyasî çareser bike, çareserkirina pirsgirêka kurd a bi awayekî demokratîk e. Divê em vê rastiyê ji nedîtî ve neyên ku yekane navnîşana vê hêza çareseriyê Îmrali û birêz Ocalan e.”