Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’ 2024-09-28 15:34:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de ji bo Zeredeşt Odûncû û Ozge Ozbek ên rewşa wan a tenduristiyê her ku diçe xerab dibe banga “berdana lezgîn” hate kirin.    Çalakiyên ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte tên kirin berdewam dikin. Vê hefteyê jî bal kişandin ser rewşa du girtiyên nexweş ên li Enqere û Stenbolê. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di 653’yemîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte pêk tînin li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist.    Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû were berdan” hate vekirin û dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” berz kirin. Gelek parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, navên hin girtiyên nexweş rêz kirin û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên pêk tên.    ‘REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ HER KU DIÇE GIRAN DIBE’    Endamê MYK’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Odûncû de agahî parvekirin. Pîroglû, anî ziman ku ji ber grevên birçîbûnê di pişen Odûncû de xesar çêbûye û ew xesar hêj baş nebûye. Odûncû, îşaret kir ku birînên şewatê yên di laşê Odûncû de enfeksiyon girtine û wiha got: “Odûncû yê ji ber nexweşiyên xwe nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne, hatiye asta ku hewcehî bi alîkariya yekê bibîne û 10 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ji ber tedawî, xwarin û lênêrîna kêm rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe giran dibe.”     ‘BILA CEZA WERE TALOQKIRIN’    Pîroglû, tiştên ku dayika Odûncû bi komîsyonê re parvekirine ragihandin. Pîroglû, diyar kir ku dayika Odûncû ev tişt ragihandine: “Birînên wî yên şewatê baş nebûn, ji bo ku baş nehate dermankirin, birînên wî dîsa vebûn, heta îltîhabê girtin. Tê gotin ku ev rewş dibe ji bo kurê min rê li ber mirinê veke lê tedawiya wî nayê kirin. Ev îşkenceyeke. Hevdîtina ku parêzerên wî bi rayedarên girtîgehê re kirin jî encam negirtin. Di hucreyên li kêleka kurê min de yêk jê nexweşê dil du girtiyên nexweş hene û ji bo tedawiyê yek ji wan nabin bijîjk, ji ber helwesta rayedarên girtîgehê pirsgirêka xwarina kêm heye. Em weke malbata wî dibêjin heke tedawiya dikin bila bikin nekin bila cezayê wî taloq bikin em ê tedawî bikin.”   Pîroglû, xwest Odûncû û hemû girtiyên nexweş ên din werin berdan.    ENQERE   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 525 a çalakiya xwe de li Cadeya Sakarya ya Enqereyê hatin bahev. Endamên Înîsiyatîfê pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.    JI BO OZBEK BANGA ‘BERDANA LEZGÎN’    Endama MYK’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku Ozbek ji ber tumora li ser mejiyê wê di 27’ê cotmeha 2020’an de li Nexweşxaneya Acibadem ya Stenbolê emeliyata mejî ya vekirî derbaskiriye û piştî dermankirinê bilez ji nexweşxaneyê birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.   GELEK NEXWEŞIYÊN WÊ HENE   Çevîrmen, qala pêvajoya dermankirina Ozbekê kir û bi lêv kir ku ji ber nexweşiya zû pêş dikeve nexweşiyên epilepsi û vertîgoyê lê derketine û got: “Tumorên wê yên mejî zextê li organan dike û ji ber tumoran guhê wê yê çepê ji sedî 72 nabihîze, destên wê diricifin, hin caran nikare mîza xwe bigire. Ev rewş dê di pêşerojê de bibe sedemê windabûna dîtin, hafize û tevgerê.”   ‘DIVÊ DEMILDEST BÊN BERDAN’    Çevîrmen, destnîşan kir ku reşwa Ozge Ozbekê gelekî krîtîk e û wiha domand: “Hem di MR û tomografiyên hatine kişandin hem jî di raporan de diyar e ku nikare li girtîgehê bimîne. Her saet, roja ku li girtîgehê bimîne mafê wê yê jiyanê dê were binpêkirin. Em dixwazin Ozge Ozbek demildest were berdan û li nexweşxaneyeke baş were dermankirin. Dewlet neçare ku mafê jiyanê biparêze. Dewlet bi neberdanê berpirsyartiya xwe bi cih naîne.”