Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe 2024-09-30 13:21:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê ji bo daxuyaniya bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amadekariyan dike. Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayan a Dundeeyê Mike Arnott got: “Divê Abdullah Ocalan divê teqez azad be.”    Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, Kongreya Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) ku 550 hezar endamên xwe hene û 40 sendîka û 20 konseyên sendîka bi ser ve ye, amadekariyê dike ku bi wesîleya salvegera duyemîn a pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' daxuyaniyekê bide.   Di çarçoveya pêngavê de wê di navbera 1-10'ê cotmehê de li kolanan, parlamentan, şaredariyan civînên çapemeniyê, çalakiyên çandî, konferans, panel, xwepêşandanên çandî, ekolojîk, çalakiyên siyasî û çalakiyên jinan bêne lidarxistin. Li Almanya, Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Swîsre, Spanya, Îtalya, Ingilistan, Skoçya, Swêd, Yewnanistan, Slovenya, Kolombiya, Qibrisê ji bo kampanyayê amadekarî dewam dikin.   DÊ GELEK ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN    Li Ingilistanê ku kampanya dewam dike, di navbera 1-12'ê cotmehê de wê çalakiyên berfireh bêne lidarxistin. Kongreya Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê (STUC) wê 2'yê cotmehê li avahiya sendîkayê civîneke çapemeniyê lidar bixe. STUC wê di daxuyaniya çapameniyê de nameya ji bo Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy bi raya giştî re parve bike ku tê de qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pirsgirêka kurd tê kirin.   Her wiha wê saziyên ji hemû parçeyên Kurdistanê li hev kom bibin û têkildarî pêngavê helwesteke hevpar nîşan bidin. Li Liverpool, Bbristol, Brighton, Sheffield, Exeter, Edinburghê jî wê bi pêşengiya Meclisên Gel ên Kurd çalakî bêne lidarxistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger jî wê meş û tûreke bîsîkletan lidar bixe.   MIKE ARNOTT: AZADIYA ADULLAH OCALAN PÊWÎSTIYEKE   Mike Arnott bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo çareseriyê bi tevgera azadiyê ya kurd re dest bi danûstandinan bike û ev tişt anî ziman: “Azadiya Abdullah Ocalan ji bo pêşketina gelê kurd a di danûstandinên bi Tirkiyeyê re pêwîstî ye. Ji bo pêşketin çêbibe, divê teqez azad bibe.”   Arnott diyar kir ku ew paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan û nivîsên wî yên li ser azadiya jinê û mijara ekolojiyê weke çavkaniyên sûdwergirtinê dibîne û wiha got: “Bi dîtina min fikrên wî ji meseleya kurd wêdetir xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo herêmeke hîn berfireh, her wiha ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkên navneteweyî xwedî potansiyelê ne.”