Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin 2024-09-30 14:45:29   AMED - Şaredariya Hênê cara ewil “Şahiya Zarokan” li dar xist û eleqeyeke zêde ya zarokan hebû.    Şaredariya Hênê ya Amedê li navçeyê “Şahiya Zarokan” li dar xist. Cara ewil e li navçeyê şahiya zarokan hat lidarxistin. Şahî, bi hevkariya Komeleya Rengarenk umutlarê hat lidarxistin. Zêdetirî 500 zarok tev li bûn.    Di şahiyê de zarokan rûyê xwe boyax kirin, zendikên dostaniyê çêkirin, li defê xistin û perwanek çêkirin û di atolyeyan de kêliyên xweşik derbas kirin. Zarokan di van atolyeyan de aliyên xwe yên jîr nîşandan û bi beşdariya palyaçoyan kêliyên rengîntir jiyan. Di fînala çalakiya mafên zarokan de li hemû zarokan amûrên qirtesiyeyê hatin belavkirin.    Hevşaredar Besîle Narîn di şahiyê de wiha got: “Li navçeya me heta niha her tim ji bo kesên sere çalakî dihatin lidarxistin. Cara ewil e şaredariya me bi hevkariya Komeleya Rengarenk Umutlarê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist. Dê ji vir û şûnde jî çalakiyên me yên bi vî rengî bidomin. Ji bo perwerde û mafên zarokan ya ji destê me tê em ê bikin. Bila jiyan her daîm a zarokan be.”