Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in 2024-09-30 15:29:41   ENQERE - Midûrê Giştî yê Baykarê Halûk Bayraktar, hevkariya xwe ya bi şîrketa Îsraîlê re ne derewand û wiha got: “Em dikarin bi vê geşedanê encax serbilind bin.”   Midûrê Giştî yê Baykarê Halûk Bayraktar li fûareke ku li Azerbaycanê tê lidarxistin têkildarî rexneyên ku li gel şîrketeke navenda wê Îsraîlê di nav sponsoran de cih girtiye li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bersiv da. Bayraktar, da zanîn ku cih girtina şîrketên tirk a li nava sponsoran a li fûarê “nîşaneya serkeftinê” ye û wiha got: “Em dikarin bi vê geşedanê encax serbilind bin.”