Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya 2024-10-02 16:18:55   AMED - Endamên Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê li MKG’ê bi rojnamegeran re civiya û têkildarî xebatên dê demên pêş de bikin agahî dan rojnamegeran.    Siyasetmedar Ayla Akat Ata, endama Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê û Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ekîn Yeter û Endamê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Orhan Işik çûn serdana Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG). Di hevdîtinê de endamên şandeyê ji bo rakirina tecrîdê û afirandina alternatîfan li nêrîn û pêşniyarên rojnamegeran guhdarî kirin.   Yeter di serdanê de axivî û wiha got: “Ev çend hefte ye me dest bi xebatên xwe kiriye. Di vê çarçoveyê de li herêmê hem jî li qada navneteweyî em gelek xebatan dimeşînin. Em hem serdana saziyên sivîl, hem jî kesayet û mekanîzmayên navneteweyî dikin. Li ser vê yekê em serdana saziyên li Amedê jî dikin. Em ji bo guhdarîkirina pêşniyar û nêrînên we hatin serdanê û dixwazin vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin.”    Piştî axaftinan, serdan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.