ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-04 09:00:10   * Jinên ereb, tirkmen û kurd ku bi ilhama ji fikrên Abdullah Ocalan wergirtine têkoşîna azadiyê didin wiha gotin: “Fikrên wî teminata hevjiyana azad û jiyana bi hev re ne.”   * Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleriyê diyar kir ku cezayê muebeda giran "îşkence ye" û got ku ji bo pêkanîna biryara "mafê hêviyê" ya der barê Abdullah Ocalan de pêdivî bi muxalefeteke xurt heye.   * Eren Keskînê diyar kir ku di komploya li dijî Abdullah Ocalan de hemû peymanên navneteweyî hatine binpêkirin û got ku divê desthilat û muxalefet pêvajoya 9'ê Cotmehê ji nû ve binirxînin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewl bidin.   * Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê berdewam in û got: “Em hemû kesên daxwaza edalet, azadî û wekheviyê dikin vedixwînin Amedê.”   * Ji Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilata Navîn Zahîda Mamo diyar ki ku Nagihan Akarsel li her cihê re derbas bûye şopa xwe hiştiye û wiha got: “Me bi Nagihanê re Jineolojî nas kir. Peyv bi peyv ev zanist nîşanî me da.”   * Danişîna ewil a doza ku hevserokên berê yên HDP’ê ji 6’ê cotmeha 2023’yan ve girtî tên darizandin dê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê lidarxistin. (09.00)    * Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê têkildarî 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)    * Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel dê li ser gora xwe ya li Konyayê bê bibîranîn. (12.00-17.00)    * Çalakiya nobeta aştiyê ya Şaxa ÎHD’a Amedê bi dirûşma “Ji bo Herkesê Aştî” daye destpêkirin dê berdewam bike. (14.00)    * Danişîna 4’emîn a doza derbarê 20 xizmên windakiriyan de ji ber çalakiya hefteya 950’yan a Dayikên Şemiyê hatiye vekirin dê li 39’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (14.00)    * Di salvegera qetilkirina Nagîhan Akarselê de dê Akarsel li gelek bajaran bi çalakî û aktîvîteyan were bibîranîn. (12.00-16.00)    * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê meha 25’emîn a nobeta aştiyê bi dirûşma “Em parastina aştiyê didomînin, 10’ê cotmehê ji bîr nakin” dê li Şaxa Enqereyê li dar bixe. (14.00-17.00)