‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’ 2024-10-04 09:10:42 RIHA - Ji Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilata Navîn Zahîda Mamo diyar ki ku Nagihan Akarsel li her cihê tê re derbas bûye şopa xwe hiştiye û wiha got: “Me bi Nagihanê re Jineolojî nas kir. Peyv bi peyv ev zanist nîşanî me da.”  Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê bi sûîqestê hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Akarsel re 2 sal derbas bûn. Akarsel, di sala 1977’an de li gundê Golyazi yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayik bû û xeyala wê ew bû ku gundekî jinan ava bike. Akarsel, ev xeyala xwe di 25’ê mijdara 2018’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi avakirina gundê Jinwarê pêk anî. Akarsel, li gelek qadên Kurdistanê rojnamegerî û lêkolînên jinan kir û li her derê bandoreke mezin li ser mirovan kir.    Demekî dirêj li Akademiya Jineolojiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitî û xwe gihand gelek jinan. Yek ji van jî endama Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilata Navîn Zahîda Mamo bû. Mamo, qala pêvajoya naskirina Akarsel kir. Zahîda Mamo da zanîn ku di sala 2015’an de li Efrînê di dema avakirina Navenda Lêkolînên Jineolojiyê de hev nas kirine û wiha got: “Hevala Nagihanê li vir ders didan me. Bi vê yekê re me xwe amade dikir ku di akademiyê de dersan bidin. Me Jineolojî bi Nagihanê re nas kir. Her ku me Nagihan nas kir me ewqas jî Jineolojî nas kir. Ev zanist peyv bi peyv hînî me kir. Ez dikarim bandora wê wiha vebêjim; her ku wê ji me re vedigot, weke ku li xakeke bêav dilop bi dilop av were reşandin û heta demekî êdî ax ji avê têr bibe. Nagihanê her cihê ku jê re derbas bûye şopa xwe dihişt.”    ‘MÎNA XWE GELEK KES JÎ GIHAND’   Zahîda Mamo    Mamo, anî ziman ku Akarsel hewl dide bersiva hemû pirsan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jineke têgehiştî û kûr bû. Bi Nagihanê re wateya hevalatiyê min nas kir. Li dijî derdora xwe bihestiyar bû. Bi hestên ewqas paqij nêzî zarokan dibû ku bi wan re jî dibû heval. Bawerim di wê pêvajoyê de kesek nemabû ku pê re hevaltî nekirî. Hevaltiyên wê pir ji dil û xurt bûn. Baweriyeke wê ya mezin bi Jineolojiyê hebû û zanetiya wê bandor li me dikir. Nagihanê, hezkirina me ya li dijî Jineolojiyê zêde kir. Helwest û keda wê vala neçû. Îro bi dehan kesên wê gihandî, mîna wê jîr û zana hene.”    PÊNÛSA WÊ BÛ TIRSA ÎKTÎDARA ZILAM    Mamo, axaftina xwe wiha qedand: “Nagihanê bi hevaltiya xwe, bi rastiyên xwe yên têkildarî Jineolojiyê re cihekî mezin di nava şoreşê de girt. Li gorî zanyariya xwe li qadên şoreşê gelek tişt li jinan zêde kir. Bi saya wê jinan di nava şoreşê de cihê xwe dît. Teşe da pêvajoya şoreşê û Şoreşa Rojava veguherand şoreşa jinê. Di şoreşê de fikriyata ‘jin-jiyan-azadî’ li vê xakê şîn kir. Nagihan ji ber van sedeman hedef hate girtin. Pênûsa Nagihanê îktîdara zilam ditirsand. Netewe-dewletê xwest bi qetilkirina wê re rê li ber têkoşîna jinan bigire û nehêle tu jinên din bigehin. Lê daxwaza wan pêk nehat. Jin li şûna ku xwe paşve bidin û bitirsin, gelek jinên ji têkoşîna Nagihanê bibandor bûn tev li têkoşînê bûn. Îro hêj jî di nava xebatan de cih digirin û têkoşînê didomînin.”    MA / Ceylan Şahînlî