Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê 2024-10-04 14:54:14   ÎZMÎR - Biryara derbarê 5 rojnamevanên ku piştî li Îzmîrê hatin binçavkirin cezayê hefsê yê malê lê hate birîn 8 meh in nehatiye rakirin. Derbarê yek ji wan rojnamevanan Cîhan Başakçioglû de biryara neşopandinê hate dayîn.    Derbarê nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglû yê di 13’ê sibatê li Îzmîrê bi serdegirtina malê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha ku birinê ve bi şertê kontrola edlî hatibû berdan de biryara neşopandinê hate dayîn. Başakçioglû yê ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hate binçavkirin, di çarçoveya lêpirsîna 8 meh in berdewam dike de hefteya borî gazî îfadeyê hate kirin derbarê wî de biryara neşopandinê hate dayîn. Biryar hate dayîn ku tedbîra şertê kontrola edlî ya derbarê Başakçioglû de were rakirin.    ROJNAMEVANÊN DIN JÎ 8 MEH IN DISEKININ    Tevî 8 meh derbas bûn jî derbarê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût ên di çarçoveya heman lêpirsînê de hefsa malê dan wan û nûçegihana MA’yê Semra Tûran a bi şertê kontrola edlî hatibû berdan tu biryar nehatine dayîn.