Kosen ê leşkeran parsûyên wî şikandibûn ji nexweşxaneyê derket 2024-10-17 16:16:22   ŞIRNEX - Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ku di çalakiya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê de parsûyên wî ji hêla leşker û polîsan ve hatibûn şikandin, piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derket.    Dayikên Aştiyê di 15’ê cotmehê de bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiya nobetê dabû destpêkirin. Leşker û polîsan êrişî çalakiyê kirin. Di êrişê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmût Altintaş, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî di nav de 22 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin.    Di êrişa leşkeran de parsûyên Hevserokê DEM Partiyê ya Tilqebînê Lezgîn Kose jî hatibûn şikandin û hatibû binçavkirin. Kosen ê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Piştî temambûna tedawiyê, Kosen îro ji nexweşxaneyê derket.