Ji DFG’ê atolyeya ‘Nûçegihantiya krîzê’ 2024-10-17 16:43:42   AMED - DFG’ê 4’emîn atolyeya “Nûçegihantiya krîzê” li dar xist.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo pêşxistina rojnamegerên ciwan, rojnamegeriya di demên krîzê de, kontrolkirina stresê û mafên hiqûqî de 4’emîn atolyeya “Nûçegihantiya krîzê” li dar xist. Dihat plankirin ku atolye du rojan bidome lê ji ber erdheja duh, îro li Eywana Civînan a ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke du rûniştinan hate lidarxistin.    Di atolyeyê de ji ewil Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek perwerde da û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê. Piştre jî nûçegihanê fotoyê Ensar Ozdemîr têkildarî wêneyên nûçeyan û encamên wan ên di serdemên krîzê de, pêvajoyên amadekariyê yên ji bo herêmên şer û herêmên xetere perwerde da û tecrûbeyên xwe parve kir. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî bi serenavê “Parastvaniya azadiya çapemeniyê” di atolyeyê de cih girt. Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok jî “Nûçegihantiya krîzê” vegot. Rojnameger Aysel Işik jî bi serenavê “Rojnamegeriya jin a li herêmên krîzê” beşdarî atolyeyê bû û tecrûbeyên xwe vegot.