Otobûsa geştê wergeriya: 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn 2024-10-18 08:33:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Otobûsa geştê ya ji Balikesîrê ber bi Nevşehîrê ve diçû, li Aksarayê wergeriya. Hejmara kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dayin derket 6’an û herî kêm 25 kes jî birîndar bûn.    Li Aksarayê otobûsa geştê wergeriya û qeza çêbû. Qeza saet derdora 07.00’ê çêbû û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayin derket 6’ê û herî kêm 25 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku otobûs ji Balikesîrê ber bi Nevşehîrê ve diçû û ji ber sedemeke nayê zanîn ji kontrolê derket û wergeriya.    DIÇÛN GEŞTA KAPADOKYAYÊ   Waliyê Aksarayê Mehmet Alî Kumbuzoglû li cihê bûyerê lêkolîn kir û got ku otobûs ji Balikesîrê diçû Kapadokyayê. Walî got ku otobûs 25 km’an dûrî Aksarayê wergeriyaye û ev agahî da: “Mixabin di qezaya trafîkê de 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên destpêkiê; 25 birîndarên me hene. Me sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Aksarayê kirin. Lêpirsîn hatiye destpêkirin û em dişopînin.”