Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê hate kirin 2024-10-18 08:37:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê herêmên bilind ên Serhed û Behre Reş ji bo barîna berfê hişyar kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya rewşa hewayî ya 18’ê cotmehê parve kir. Midûriyetê da zanîn ku li bendê ne ku li deverên bilind ên rojhilatê Herêma Serhedê û herêmên navîn ên Behra Reş şilope û berf bibare, li Erzirom, Qers, Wan, Stenbol, Kocaelî, Enqere, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak, Amasya, Artvîn, Samsun û Trabzonê jî barîna zêde bibare.    Her wiha hat gotin ku li bakurê Herêma Serhedê, li Sêwasê li rojhilatê Marmarayê, Behra Reş, derdora Çankiriyê û bakurê Enqereyê barîneke zêde bibare.    PILEYA GERMAHIYÊ DIKEVE   Midûriyetê destnîşan kir ku dê pileya germahiyê li herêmên navîn û başûr di navbera 3-6 pileyan de bikeve. Midûriyetê li dijî lehî, rabûna avan, brûsk, hezaz û bagerê xelkê Behra Reş hişyar kir.