Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê 2024-10-18 09:05:21 RIHA - Dokûmentera “Destên Tarî” ku tora sîxuriyê ya li rojavayê Kurdistanê êriş û sûîqestan plan dikir eşkere dike. Pêşkêşvanê dokûmenterê Alan Meîş diyar kir ku kesên ku ketine nava xefk ango tora sîxuran ji aliyê Parastin-ENKS û MÎT’ê ve bi hevkarî tên birêvebirin û parastin.    Li rojavayê Kurdistanê ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi fermandar û erkdarên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de cih girtibin, bi êrişên sûîqest û êrişên SÎHA’yan re rû bi rû dimînin. Êrişên li ser erkdar û fermandaran didomin. Ronahî TV di navbera 10-24’ê îlonê de belgefilma “Destên Tarî” ya ji 3 beşan pêk dihat, weşand. Di belgefilmê de têkilî û çawaniya êriş û sûîqestan ku bi hevkariya îstîxbaratê pêk tê, eşkere dike. Belgefilm ji 105 deqîqeyan pêk tê û têde belgeyên ku hêzên asayîşê di operasyonan de bi dest xistine û hevkariya îstîxbarata di navbera Tirkiyeyê û PDK’ê de cih digirin. Di belgefilmê de hat destnîşankirin ku îstîxbarata PDK’ê Parastin, ENKS a nêzî PDK’ê û MÎT bi hevkarî tevdigerin. 12 kesên di operasyonan de hatine girtin, qala wê yekê dikin ku tora îstîxbarata Navenda Îstîxbaratê ya Sêmêlê ku aîdî Parastinê ye çawa hatiye hûnandin.    Alan Meîş   TORA XEFKÊN KU HATINE AVAKIRIN    Rojnamevan Alan Meîş ê ku pêşkêşkariya belgefilmê dike têkildarî belgefilmê axivî û got ku wan ew kesên ku di bernameyê de derketin çawa tên rêxistinkirin yek bi yek çîroka wan derxistine holê. Meîş anî ziman ku ew kes çawa ketine vê xefkê derket holê û wiha got: “Ji aliyê sê eniyan ve ev sîxurtî tê avakirin, ev enî jî di dawiyê de xwedî armancekê ne. Belkî di lutkeya qadê îstîxbarata MÎT’a Tirk heye lê di bin de hindek lingê wê hene û hewl didin ku xwe di nava Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bikin. Li başûrê Kurdistanê ji bo van xelata xefkê hatiye vekirin û bi rêk û pêk kesan dixin nava vê xefkê. Li başûrê Kurdistanê kamp hene û kesên ji Rojava çûne li wira hatine cihkirin. Di nava wan kampan de hinek endamê îstixbarata Parastinê hene. Didin pey van kesan û bi rê û rêbazên cuda wan dixapînin. Mînak bi rêya madeyên hişbirê wan ji rê derdixin û di dawiyê de hinek agahiya ji wan digirin, sîxurîyê li wan ferz dikin. Bi rêya destdirêjiya cinsî wan dikin xefkê. Ev gelemperî li dijî jinan pêk tê. Wan bi pereyan dixapînin. Ji ber ku ev kes kesên qels bûn. Bi vî awayî gelek rê hene ku ji bo kesê dibin sîxur. Wanbi rêxistin dikin. Niha gelek kesên ji Rojava derbasî Başûr bûne gelemperî ji yê ku di nava leşkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebitîne dibin armanca îstîxbarata Parastinê. Wa dikişînin navanda Sêmêlê. Ev navend girêdayî Duhokê ye. Bi taybet ev navend ji aliyê MÎT û Parastinê ve tê birêvebirin. Dema sîxurî tê ferzkirin agahiyan digirin, wan kesan perwerde dikin. Bi piranî ev kar bi vî awayî tê birêxistinkirin. Ev kesê dibin sîxur li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agahiyan yek bi yek ji vê navendê re dişînin. Di vir de xalek girîng heye, dibêjin ‘Dema hûn hatin eşkerekirin berê xwe bidin navenda ENKS’ê. Ew ê we bi parêzin’. Plansaziya wan bi vî awayî ye. Li gorî lêkolînên me, em gihîştin van agahiyan. Xuya ye ku ev kar demek dirêje tê meşandin. Hinek sîxur hebûn ku 7-8 sal in bi wan re kar dikin lê di dawiyê de ketin destê Hêzên Ewlehiyê.”    ‘DIXWAZIN GEL KOÇBER BIKIN’    Meîş anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şoreşekê de ye û axaftina xwe wiha domand: “Ev şoreş berdewam dike. Di encamên şoreşê de Rêveberiya Xweser hatiye avakirin û Hêzên Sûriya Demokratîk hene. Gelek hêz hene dixwazin îro dest dirêjiyê bikin. Naxwazin li Rojava ewlehî û aramî çêbibe. Bi her awayî dixwazin gel bidin koçberkirin û herêmê li ber çavên xelkê reş bikin. Navendên ENKS’ê bûne navendên reşkirina Şoreşa Rojava. Îro pir eşkere xuya dike; kî îro şoreşê diparêz e û kî nirxên vî gelî difiroş e. Mirov dikare bibêje armancên hin mezintir ên vê hêzê hene. Nirxên netewî difiroşin. Gelê kurd îro li herêmê pêşengtiya projeyekî dike. Rêveberiya Xweser nirxê gel diparêz e. Em dibînin ku kî zirarê dide gelê kurd.”    ‘AGAHIYÊN NOQTEYÊN LEŞKERÎ DIDIN’    Meîş da zanîn ku li gorî agahiyên gihîştine ber destên wan û di guhdariya li sîxuran de derketiye holê ku hin bêhtir agahiyên li ser noqteyên leşkerî hatine parvekirin û wiha axivî: “Gelek caran em dibînin ku ev cih bûne armanca êrişên hewayî. Li ser saziyên rêveberiyê jî tên parvekirin. Li ser pêşeng û fermendaran gelek agahî hatine komkirin. Heta ku wesayîtên çûne û hatine jî wêneyên wan hatine xwestin. Têkiliyên dîplomasî yên ku QSD pêşxistine hatiye armanckirin. Cihên xizmetê gelek caran hatine bombebarankirin. Wan kordînatên cihê ku xizmetê didin gel parve kirine. Bi her halî ev hemû êrişên hewayî yên ku tên derxistin bê sîxuran nikarin bigihîjin armanca xwe. Sîxur ku agahî nedin, balafir dikevin valahiyê. Di komkujiyên ku çêdibin de ev sîxur sûcdarên sereke ne. Sîxur armanc dikin ku herêmê bêmirov bihêlin.”    ‘DIXWAZIN ROJAVA LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ REŞ BIKIN’    Meîş destnîşan kir ku ji ber sîxuran xesarek gelek mezin gihîşt gelê Rojava û wiha pêde çû: “Ji êrişên li dijî pêşengan bigirin heya kesên salên dirêj xebitîne, gelek kes armanc hatine girtin û şehîd bûn e. Ev xesarek mezin e. Propagandaya reşkirinê jî heye, bi vê propagandaya reşkirinê gel dixin nava dudiliyê. Aloziyek mezin çêkirin û dixwazin bibêjin ewlehî tine ye. Xesarek mezin jî didin nirxên civakê. Dest dirêjî jinan dikin. Jinên Rojava di cîhanê de bi lehengiya xwe tên naskirin. Ev xesareke derûniyê ye. Dixwazin jinên leheng reş bikin. Xelk bi vî awayî tê sarkirin.”     ‘NEHÊLIN KU ZAROKÊN WE BIŞEMITIN NAVA XEFKÊ’    Meîş anî ziman ku di dema amadekirina dokumamterê de tişta wan xemgîn kiriye jî ew kesên dipeyivîn bi zimanê kurdî dipeyivîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin bi berdêla çend qirûş pere te bifiroşin û te qir bikin. Ev tiştekî bi êş e. Ya ku bi êştir jî ew e ku Rojava navekî mezin e. Dema dîmenek bi vî awayî derdikeve kesê ku bi salane li ber xwe didin li ser wan xemgîniyê çêdike. Ev kesên ku bûn hevkarê dagirkeran, fermandarên gel dan kuştin. Ev kes welatiyê vir in, cîranê me ne. Dibe ku berî ti rûyê wan rast bibînî, meriv van kesan rû bi rû dîtibe. Dema ti wan dibînî ketine vî halî ev jî cihê êşê ye. Ya dîtir kesên wan bi rê ve dibin ew jî kurd in. Navê kurdîtiyê li xwe dikin û di dawiyê de destên dijminên kurdan li hemberî wan xurt dikin. Dema ku em bahsa êşê bikin gelek cureyê wê hene. Ya ku di bîra me de maye, malbatên wan jî bi wan diêşin. Ti bêje nebêje malbat pê diêşin. Divê ev ji bo hemû malbatan bibe tecrûbe. Bila hemû kes li zarokên xwe xwedî derbikeve û nehêlin zarokên wan bişemitin û bikevin xefka van çeteyan.    MA / Emrullah Acar