Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir 2024-10-18 09:17:31   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir.   Dengdana taybet a li 4 herêmên başûrê Kurdistanê, Kerkuk û 7 bajarên Iraqê dest pê kir. Di dengdana taybet de tenê hêzên ewlekariyê dengê xwe didin. Mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan îro heye ku dengê xwe bidin.   Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 165 navendên dengdanê hatine vekirin. Li Hewlêrê 62, li Silêmaniyê 57, li Dihokê 33 û li Helebceyê jî navendeke dengdana taybet heye. Ji bilî çar bajarên Herêma Kurdistanê, li Kerkuk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.   Karûbarên dengdanê saet 07:00’an dest pê kir û dê heta saet 18:00’an berdewam bike.    Hêjayî gotinê ye dengdana giştî wê di 20’ê mehê de pêkwere.