Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet 2024-10-18 10:52:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Ensîtûya Xebatên Civakî lêkolîna qadê ya “Meylên Civakî” parve kir. Li gorî lêkolînê, Diyanet û partiyên siyasî “du saziyên herî jênebawer ên Tirkiyeyê” hatin diyarkirin.    Enstîtûya Xebatên Civakî di navbera 19-22’yê de bi hezar û 514 kesan re anketa “Meylên Civakî” li dar xist. Di anketê de saziyên “herî jênebawer” hatin lêkolînkirin. Li gorî nûçeya BîrGunê; di xebata li qadê de pirsa “Gelo hûn dikarin du saziyên herî jênebawer ên Tirkiyeyê diyar bikin?” hate kirin. Encamên anketê wiha ne:    * Partiyên siyasî: Ji sedî 25,1   * Serokatiya Karûbarên Diyanetê: Ji sedî 18,8   Piştî partiyên siyasî û Diyanetê, rêjeya bersiva pirsa “saziyên herî zêde baweriya we pê nayê kîjan e?” wiha hatin destnîşankirin:    * Saziyên darazê: Ji sedî 18,4   * Hikûmet: Ji sedî 14,3   * TUÎK: Ji sedî 8,7   * Muxalefet: Ji sedî 7,2   * Meclis: Ji sedî 4,9   * RTUK: Ji sedî 2,1