Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn 2024-10-18 12:35:21   AMED - Ji ber gotina “Qirkirina Ermenan” derbarê rêveberên Baroya Amedê yên berê de doz hatibû vekirin. Der barê rêveberan de di danişîna ewil a dozê de biryara beraetê hate dayîn.    Ji ber gotina “Qirkirina Ermenan” derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveberiyê de bi îdiaya ku “Neteweya tirk û dewlet bi awayekî aşkere biçûk xistine” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê hate lidarxistin. Danişîna ku diviyabû li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibûya lidarxistin ji ber eywan biçûk bû, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin.    Di danişînê de serokê baroyê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveberiyê amade bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Amedê ya nû û gelek parêzer beşdar bûn. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de ewilî Serokê Baroyê yê berê Nahît Eren axivî.    ‘DIVÊ BI HEMÛ BÛYERAN RE HEVRÛ BIBIN’    Eren, diyar kir ku tenê bi îdianameyê tev li danişînê bûye û anî ziman ku Baroya Amedê gelek caran bi van îdiayan hatiye darizandin. Eren, bi lêv kir ku li dijî van îdiayan hewcehiyê bi parastinê nabînin lê ji ber pozîsyona baroyê û ji bo ku were qeydkirin parastinê dikin. Eren, bal kişand ser hevrûbûnê û bi lêv kir ku heta bi tiştên civaka ermenan di sala 1915’an de jiyane hevrû nebin, hevrûbûn pêk nayê û got: “Heta ku tarîtiya sala 1915’an ronî nebe, tarîtî nikare bê ronîkirin. Divê em bi darbeyên leşkerî re hevrû bin. Em dizanin dema me ev anî ziman em ê bi darizandinê re rûbirû bimînin.”   ‘EM BI LÊPIRSÎNAN DEST JI GOTINA XWE BERNADIN’    Eren, diyar kir ku ji ber daxuyaniyên wan ên der barê qirkirina ermenan û mirinên sivîlan de heta niha der barê wan de 8 lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha domand: “Profîla parêzeriyê ya Baroya Amedê ji aliyê desthilatan ve nayê qebûlkirin û rastî tacîza darazî tê. Em hiqûqnasên ku dibêjin bila edalet, demokrasî pêk were û binpêkirinên mafên mirovan pêk neyênin. Em li cem herkesên ku neheqî li wan tê kirinin. Ev baro, baroyeke ku di salên 90’î de bi dehan parêzerên wê hatine girtin û bombe li bin wesayîtên endamê wê hatin bicihkirin e. Di daxuyaniya me de gelê ermen tişta li wan hatiye kirin weke ‘Felaketa Mezin’ bi nav dikin.” Eren banga hevrûbûna bi komkujiyan re kir û daxwaza beraetê kir.    Parêzerên ku parastin kirin, anîn ziman ku li pişt daxuyaniya xwe ne û daxwazeke wan ji dadgehê nîne.    Dozgeriyê di mutalaya xwe de diyar kir ku hêmanên qanûnî pêk nehatine û ji bo Eren û endamên Lijneya Baroyê yên berê cuda cuda daxwaza beraetê kir.    Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî diyar kir ku banga hatiye kirin ne sûc e û got: “Serokê me yê baroyê û rêveberiya wê bi zanebûna civakî bûyera berê pêk hatî vegotin û ji bo ku heqîqet derkeve holê daxuyanî dan.”   Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî bi bîr xist ku di sala 1915’an de tenê ji bo ku ermen bûn bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin û da zanîn ku dema ji vê yekê re dibêjin “tehcir” tiştek nabe lê dema dibe “qirkirin” tên darizandin. Aktar, xwest ev rewş bê çareserkirin.    Piştî navberê dadgehe der barê hemû parêzerên dihatin darizandin de biryara beraetê da.