Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin 2024-10-18 16:02:17   ENQERE - Nûnerên sendîkayên teqawîdan serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan kirin.    Nûnerên sendîkayên teqawîdan, serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kirin. Nûnerên sendîkayan bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan re hevdîtin kirin. Ji Sendîkaya Teqawîdan a Yekbûyî Yûsûf Tûrna, ji Sendîkaya Hemû Teqawîdan a 2021 Alî Surucu, Ji Sendîkaya Teqawîdan a DÎSK’ê Cengîz Yavûz û Fikrî Kalender, ji Sendîkaya Piştevaniya bi Teqawîdan re Mahînûr Şahbaz, Rana Aribaş û Ahmet Hûlûsî Kirim, ji Sendîkaya Teqawîdan a Hemûyan Zeynel Abîdîn Ergun û Alî Rifat Temel, Hevberdevkên Sendîkaya Meclisa Teqawîdan Alî Ersîn Gur, Sekreterê Giştî Ramazan Tekîn û Sekretera Malî Durdane Bekdemîr, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Teqawîdên Serbixwe Mûzaffer Esen, Sekreterê Hiqûqê Kerîm Eyupoglû û Sekretera Malî Behîce Bîlîr di hevdîtinê de cih girtin.    ‘TÊKOŞÎNA  YEKGIRTÎ’ HATE DESTNÎŞANKIRIN   Bakirhan, bal kişand ser pirsgirêkên teqawîdan û anî ziman ku di çarçoveya Hevdîtinên Nan û Edaletê de bi teqawîdan re civiyan e. Bakirhan, wiha domand: “Me di hevdîtinên xwe de dît ku pirsgirêk gelek zêde ne. Karker û hilberîner perîşan in lê yên herî zêde perîşan teqawîd in.”   Bakirhan, da zanîn ku li Tirkiyeyê zêdetirî 16 milyonan teqawîd hene û bi lêv kir ku beşa herî zêde pirsgirêka debarê dijî teqawîd in. Bakirhan bal kişand ku divê teqawîd di nava têkoşîneke birêxistinî ya yekbûyî de bin û “têkoşîna yekbûyî” destnîşan kir.    Hatîmogûllari jî anî ziman ku mûçeyên kêm yên teqawîdan û pirsgirêkên EYT’iyan her tim di rojeva wan de bûn. Hatîmogûllari destnîşan kir ku teqawîd di şert û mercên dermirovî de dijîn û got: “Ji ber vê yekê divê hem bi hev re têkoşîneke birêxistinî û bihêz bi meşînin.”    Hevserokên Giştî di hevdîtinê de pêşniyar û daxwazên nûnerên sendîkayan jî guhdar kirin.