Çapemeniya Azad mamoste Kaya bi bîr anî 2024-10-29 13:13:28   AMED - Kadrî Kaya ku weke mamosteyê Çapemeniya Azad tê naskirin, di 6’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.    Kadrî Kaya ku weke Mamosteyê Çapemeniya Azad tê naskirin û di 29’ê cotmeha sala 2018’an de jiyana xwe ji dest da, di 6’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hate bibîranîn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rêveberên DÎSK Basin-Îşê, malbata Kaya û hempîşeyên wî tev li bîranînê bûn.    Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek axivî û got ku her kesên di têkoşînê de cih digirin divê Kadrî Kaya nas bikin. Çîçek, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Mamoste, rêberek bû. Li gel rojnamegeriyê, her wiha mamosteyek bû lewma me jê re digot mamoste. Pir baş ji me re girîngiya kedê vegot. Em ji wî hîn bûn ku wênekeşek ne tenê wênekêşek e. Nîşanî me da bê ka wênekeş çawa tê wê ajansê, çawa bi nirxên wê re dibe yek û çawa berhema keda bi hezaran kesên di têkoşînê de cih digirin e. Tenê nivîsandina nûçeyan hînî me nekir, her wiha hûrgiliyên têkoşînê, hûrgiliyên kedê jî hînî me kir. Em kesên bişens in ku me ew nas kir û xemgîn in ku me ew pir zû winda kir. Niha bi hezaran rojnameger li ser rêça wî nîşanî me daye dixebitin û ev jî ji bo me cihê rûmetê ye. Heta ku Çapemeniya Azad hebe, em ê her tim rêya xwe li ser rêya ked û teoriya wî nîşanî me dayî bidomînin.”    'FELSEFEYA WÎ DÊ RÊYA ME RONÎ BIKE’    Nûnerê Herêmê yê DÎSK Basin-Îş’ê Hakki Boltan jî diyar kir ku Kaya ji wan re rojnamegerî weke mîrateyek hiştiye û ew bi saya xeta wî hînî rojnamegeriyê bûne. Boltan, anî ziman ku her kesên di xebatên çapemeniya kurd de cih girtin rêzê ji bo keda Mamoste Kadrî digirin û wiha pê de çû: “Dê sekna wî, felsefeya wî rêya me ronî bike. Li dijî pergala otorîter a li zextê li ser rojnamegeran dike, em ji felsefeya Mamote hêz digirin û têdikoşin. Bi vê boneyê em spasiya wî dikin. Em ji wî biminet in. Em bi rêzdarî bi bîr tînin. Mamosteyê hêja, tu û hevalên xwe her şad bin. Em ji her demê bêhtir nêzî pergala we dixwest ava bikin. Bila ev jî mizgîniya me ya ji bo te û hevalên te be.”    Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Mamosta Kadrî û bîranîn bi dawî bû.