Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin 2024-10-29 13:14:51   SÊRT - Leşkerên dewleta tirk li herêma Herekolê ya navçeya Berwariyê bi ser Zozana Çemêkarê de girtin û 24 kes binçav kirin.    Leşkeran bi ser Zozana Çemêkarê ya herêma Herekolê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê de girtin û 24 kes binçav kirin. Hat îdiakirin ku ji kesên hatine binçavkirin 2 jê şivan û 2 jî endamên HPG’ê ne.    Hat zanîn ku welatiyên binçavkirî ji ewil birin Fermandariya Cendirmeyan a Berwariyê û piştre jî sewqî qereqolên cendirmeyan ên navend û navçeyên Misirc, Hawel, Berwarî, Tillo û Sêrtê.