Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet 2024-10-30 09:57:45   STENBOL - Parêzeran diyar kir ku girtina 19 kesên li Stenbolê îdiayek “îstîhbarî” kirine hincet  û ji ber sînordariya li ser dosyeyê heye di astek baş de parastinê nekirine.    Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû birêvebirin de roja 25’ê cotmehê li gelek navçeyên Stenbolê di serdegirtinên malan de 40 kes hatibûn binçavkirin. Ji solîstê Koma Hevra stranbêj Gencay Morkoç jî di nav binçavkiriyan de bû. Di çarçoveya heman lêpirsînê de endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bedîrhan Sarsilmaz jî dema li Edliyeya Stenbolê danişîna meleyên kurd dişopand hat binçavkirin. 28’ê cotmehê ji 40 kesan 19 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 21 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hat zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînê li ser îdiayek agahiya “îstîhbarî” daye destpêkirin.    Gencay Morkoç   Polîs îdia kir ku şahiya seyranê ya DEM Partiyê organîze kiriye, bi îdiaya “endaman tev li rêxistinê dikin” û “xebatên rêxistinî” pêk aniye. Ji endamê Koma Hevra stranbêj Gencay Morkoç hatiye pirsîn ku çima beşdarî seyranê bûye. Her wiha polîsan di binçavan de ji Gencay Morkoç parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal û hevdîtinên wî yên telefonê pirsîn. Morkoç di parastina xwe de diyar kir ku ew stranbêj e û parvekirinên li ser medya dîjîtal jî div ê çarçoveyê de kirin e. Morkoç îdiayên li ser seyranê red kir û diyar kir ku seyranek ji rêzê pêk anîne.    GIRTIN LI DIJÎ AYM’Ê YE    Parêzerê Morkoç diyar kir ku ji ber sînordarî li ser dosyeyê heye ew nexwedî agahiyên têrkirî ne û ji ber vê yekê di astek baş de parastina miwekîlê xwe nekiriye. Parêzer anî ziman ku Morkoç muzîkjen e û di şahiyên cuda de stran gotine û delîlek şênber ku li ser seyrana ku tê gotin di çarçoveya “xebata rêxistinî” de kirine nîn e. Parêzer destnîşan kir ku nabe ku parvekirinên li ser medya dîjîtal û hevdîtinên telefonê bibin sedema girtinê û têkildarî vê yekê jî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hene.    Bedîrhan Sarsilmaz   AXAFTINA BI HEVPÎŞEYÊ WÎ RE ‘SÛC’ DÎTIN    Ji endamê OHD’ê parêzer Bedîrhan jî axaftinên wî yên li ser telefonê û parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal hatin pirsîn. Sarsilmaz di parastina xwe de anî ziman ku dema wî di danişînê de pîşeya xwe îcra dikir hatiye binçavkirin. Sarsilmaz diyar kir ku axaftinên wî yên li gel hevpîşeyên wî jî wek “sûc” hatine dîtin û tomarkirin û destnîşan kir ku ew bi parvekirinên li ser medya dîjîtal nabe “endamê rêxistinê” û ev yek nabe delîl.    BI CUBEYÊ XWE HATIYE BINÇAVKIRIN    Parêzera Sarsilmaz, Nagihan Avçîl anî ziman ku miwekîlê wê dema li edliyê li ser wezîfeya xwe bû bi cubeyê xwe hat binçavkirin û xebatên pîşeyî yên miwekîlê wê wek “sûc” hatine dîtin. Avçîl destnîşan kir ku tenê der barê miwekîlê wê de nîşeyek îstîhbarî hebûye û agahiya îstîhbarî jî bi tena serê xwe nabe ku bikin delîlê girtinê. Avçîl anî ziman ku miwekîlê wê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û îdiaya “endamtiya rêxistinê” ya li ser miwekîlê xwe jî qebûl nakin û xwest her tiştê miwekîl diyar e û ji bo vê yekê jî demildest were berdan.   SEYRAN Û MAÇA LIDAR XISTIN E JI WAN HATIYE PIRSÎN    Her wiha ji binçavkiriyan; çalakiyên ku beşdar bûn e, daliqandina pankartan, berzkirina dirûşman, axaftinên bi rêya telefonê, maçên li sehaya xaliyê, beşdariya wan a seyranê, kovara Demokratîk Modernîte, pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pirs ji wan hatine kirin. Kesên hatin girtin diyar kirin ku çalakiyên li dar xistin e îdiaya “endamtiya rêxistinê” pêk nayîne û çalakiyên li dar xistin e qanûnî ne. Binçavkiriyan anî ziman ku çalakiyên li dar xistin e û beşdariya wan mafê mirovî yê bingehîn e û tiştên kirin e ne sûc e.    MA / Omer Îbrahîmoglû