Bertekên li dijî qeyûm: Dest ji darbeya li hemberî vîna gel berdin 2024-10-31 20:33:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyan de hat diyar kirin ku panzehra qeyûman têkoşîne û wiha hat gotin: “Divê em bibin yek û rejîma yekzılamî bavêjin ser sergo.”   Hevşaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi lihevkirina bajar hatibû hilbijatin, hat girtin û qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Li gelek bajaran bi daxuyaniyan tayînkirina qeyûm hat prostesto kirin.    AMED   Li Amedê li navçeya Yenîşehîrê li ber AZC plazayê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve der barê tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Esenyurt a Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevserokên DEM Partî yên Amedê, hevserokên DBP yên Amedê, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, hevşaredarên bajarên mezin yên Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyên Amedê, saziyên civaka sivîl, dayikên aştiyê, TJA û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.   Hevseroka hejmar 2 Egîtîm Sen a Amedê Duygu Ozay daxuyanî xwend û da zanîn ku tayînkirina qeyûman hiqûq û karîneya masumiyetê carek din ji aliyê desthilatdariyê û alîgirên wê ve hatiye binpêkirin. Duyguyê daxuyakirin ku AKP-MHP’ê îradeya gel xesp kiriye û desthilatdariyê îradeya gel nas nekiriye. Duyguyê her wih aanî ziman ku divê demildest dest ji darbeya li îradeya gel bê berdan.    Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.    ŞIRNEX   Rêxitsina CHP ya Şirnexê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Kedkarên Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cemawerî (KESK) a Şirnexê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Endamên KESK’ê bi pankarta ‘dest nede îradeya gel, ji qeyûman re na’ heta ber avahiya navendê meşiyan. Serokê CHP’a Şirnexê Saît Namdar axivî û got ew tayînkirina qeyûman qebûl nakin û banga xwedîderketina li îradeya gel kirin. Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.   EDENE   Li Edeneyê jî bi banga CHP’a Edenê li Parka Înonu daxuyaniyek hat dayîn. Berdevka meclîsa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu  û parlamenterê DEM Partiyê ya Bedlîsê Huseyîn Ola jî tevil daxuyaniyê bûn. Halîd di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku rejîma yek mêrî ji siyaseta qeyûm xwedî dibe û banga têkoşînê kir.   Endamê MYK EMEP’ê Halîl Îmrek jî axivî û da zanîn ku divê ew rejîma yek mêrî bişînin ser sergo. Serokê CHP’a Edenê Anil Tanburoglu jî daxuyanî xwend û da zanîn ku divê li dijî vê dijhiqûqiyê hemû platformên demokrasiyê têbikoşin.