Amadekariyên 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bi dawî bûn 2024-11-01 16:01:31   STENBOL - HDK ku amadekariyên 13’emîn Lijneya Giştî ya li dar bixe bi dawî kirin, bi sînewîsyona weşandî bal kişand ser pirsgirêk û berxwedanên li welat û wiha got: “Em tifaqa xwe ya civakî mezin bikin jiyanê azad bikin.”   Amadekariyên 13’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku dê di 3’yê mijdarê bê lidarxistin bi dawî bûn. Beriya Lijneya Giştî ya ku dê bi dirûşma “Bi hêvî, bi berxwedan, bi hev re ber bi azadiyê ve” li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş bê lidarxistin ji aliyê HDK’ê ve sînevizyon hate amadekirin. Sînevziyona ku bi nivîsandina dirûşma meclîsê bi gelek zimanên cuda dest pê kir, li ser têkoşîna meclîsê û pêkhateyên wê ya tevahiya salê disekine.   Di sînevîzyona ku hemû reng û cudahiyên civakê tê de cih digirin de di serî de çalakiyên ku li qadan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin lidarxistin pirsgirêk û berxwedanên di demên dawî de ji Behrareş heta Kurdistanê li hemû welat diqewimin tê de cih girtin. Di sînevîzyonê de erdheja 6’ê sibatê, komkujiyên jinan, zarokan û heywanan, polîtîkayên şer û qeyûm ên li ser bajarên Kurdistanê, qirkirina ekolojiyê û xespkirina mafan a li dijî karkeran cih girt û bal kişand ser îtîraza gel a tevahiya salê ya li dijî van.   ‘EM JIYANÊ AZAD BIKIN’    Her wiha di sînevîzyonê de peyama Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek jî cih girt. Peyama hevberdevkan a di sînevîzyonê de wiha ye: “Em gel in. Ji bo em dengekî nû, zimanekî nû, zimanekî din, feraseteke nû ya siyasetê biafirînin em li vir in. Em jinên ji Tirkiye û Kurdistanê ne ku li dijî bloka faşîst a AKP’ê bi rikdarî li ber xwe didin. Em dizanin ku karkerên yekbûyî têk naçin. Em di meclisên kedê de xwe bi rêxistin bikin. Em ê destûrê nedin talankirina qadên me yên jiyanê, xweza û bajarên me. Serhildana me ji Chîpasan heta Rojava, ji Îranê heta Perûyê damezrandina me ji Anatoliya Bedredîn heta komunarên Trakyayê li Parîsê koka me vedigerîne jiyanê. Em gel in bawerî ne. Em tifaqa xwe ya civakî mezin bikin û jiyanê azad bikin. Ji bo ked, aştî û azadiyê bijî têkoşîna me ya birêxistinî.”