DEM Partiyê serdana welatî û esnafên Esenyurtê kir 2024-11-01 20:57:10   STENBOL- Parlamenterên DEM Partiyê, li dijî qeyûm tayinî Şaredariya Esenyûrtê hat kirin, çû serdana welatî û esnafan û soza têkoşînê dan.   Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hatibû girtin û qeyûm tayînê şûna wî hatibû kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî qeyûm ji bo piştevaniyê çûn serdana esnaf û welatiyan. Parlamenter Celal Firat, Çîçek Otlû, Sebahat Erdogan Saritaş û Yilmaz Hûn çûn serdanê. Welatiyan eleqeyek mezin nîşan da.   Parlamenteran di serdanê de diyar kirin ku qeyûm xespkirina îradeya gel e û gotin ku girtina Ahmet Ozer dijhiqûqî ye. Her wiha parlametneran gotin wek DEM Partî wê li dijî vê têbikoşin.