Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn 2024-11-02 13:50:25 NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê û malbatên windakiriyan aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram, Yilmaz Gumuş û Hamît Temel ên di salên 1990’an de hatin windakirin pirsîn.  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtîn, faîl bên darizandin” vê hefteyê li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin bahev.    AMED    Şaxa ÎHD’a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 821’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şirîn Bayram ê di 2’yê mijdara 1996’an de li navçeya Pasûrê hate windakirin hate pirsîn. Di daxuyaniyê de wêneyên windakiriyan hate hilgirtin.    Xwişka Bayram Halîme Bayram destnîşan kir ku 28 sal in dest ji têkoşîna xwe ya maf bernedane. Bayram bal kişand ser êşên ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha got: “Heke li vî welatî behsa edalet, hiqûqê bê kirin, ev desthilat vê pirsgirêkê bi rêbazên demokratîk çareser bike divê ewilî Dayikên Şemiyê û têkoşîna wan a mafdar bibîne. Ev desthilat û ev saziyên dewletê ji malbatên windakiriyan re ji min re, ji dayik û bavê Şirîn re canekê deyndar in. Dayîna vî deynî wêrekî divê.”   Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Bayram xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH     ÎHD’ê û malbatên windakiriyan di hefteya 657’an a çalakiya xwe ya li Êlihê de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên OHD’ê û MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rezan Baytar çîroka Yilmaz Gumuş ê di sala 21’ê cotmeha 1993’yan de ku hêj 17 salî bû li Taxa Yeşîltepe ya Êlihê hate windakirin xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    COLEMÊRG   Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 147’emîn a çalakiya xwe de li kolana hunerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hatin bahev. Malbatên windakiriyan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Halît Temel ê di 19’ê cotmeha 1991’an de ji aliyê kesên rûyê wan girtî ve hate revandin û cenazeyê wî li gundê peylan ê navçeya Geverê hate dîtin hate pirsîn.    Sekretera Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Zengîn Şen a diyar kir ku çiqas dem derbas bibe bila bibe dê pirsîna aqûbeta kesên hatine qetilkirin bidomînin û çîroka Halît Temel xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.