Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê' 2024-11-02 21:42:36   NAVENDA NÛÇEYAN - 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Cenevre û Lozanê bi çalakiyan hat silavkirin.   Bi boneya 10’emîn salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarên Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin.   Hevgirtina Cenevreyê ya ku Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Meclîsa Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S), Greva Jinên Swîsre, Piştevaniya Sor, aktîvîstên Serhildan, Partiya Şoreşger a Komunîst a Dijî Faşîst, Partiya Karkerên Cenevre (PCR) ) di nav de cih digirin li Qada Navîgasyonê daxuyanî çapemeniyê dan. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kobanê  dest pê kir.   Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) Îbrahîm Yuksel di çalakiyê de axivî. Daxuyaniya hevpar a ku li ser navê saziyan hat amadekirin Angelîna Marîn bi fransizî, Veysel Kûşkanadi jî bi Kurdî xwendin. Di dawiyê de Seroka Partiya Karkerên Cenevreyê Tobia Schnebli ku beşdarî çalakiyê bû axaftinek kir.   Tobîa Schneblî anî ziman ku gelên Swîsre û Ewropayê bêyî misogerkirina azadiya gelên bindest bi taybetî gelên Rojhilata Navîn nikarin bi tevahî azad bibin û bal kişand ser rewatiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelê Filistînê. Tobîa Schneblî polîtîkayên şer ên emperyalîzmê rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bijî têkoşîna gelên bindest, bijî têkoşîna gelê Kurd."   LOZAN   Li bajarê Lozanê jî di çarçoveya Roja Kobanê ya Cîhanê de çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Çalakiya ku li CDK'a Lozanê hat lidarxistin, beşên ji pirtûka nivîskar Rênas Mûsa ya bi navê ‘Kobanê, Noqteya Sifirê ya Dîrokê’ hat xwendin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku bajarê Kobanê bi têkoşîn û berxwedana hemû cîhanê bû bajarekî gerdûnî.   Piştî axaftinê sînevîzyona li ser berxwedana Kobanê hat temaşekirin û helbest hatin xwendin.