ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN 2024-11-03 09:00:12   * Dermanfiroş Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku sektora dermanan a li Tirkiyeyê ji sedî 90 girêdayî derve ye û êdî di peydakirina dermanan de zehmetiyê dikişînin.    * Şêniyên navçeya Esenyurtê li dijî tayînkirina qeyûm bi bertek in û gotin ku hewceye li dijî qeyûm berxwedaneke mezintir were raberkirin.    * HDK dê 13’emîn Lijneya Giştî bi dirûşma “Bi hêviyê, bi berxwedanê re bi hev re ber bi azadiyê ve” li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş li dar bixe. (10.00-17.00) ZINDÎ   * 1’emîn Mîhrîcana Zarok û Ciwanan a Komir a Semsûrê dê di roja duyemîn de bidome. (10.00-16.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê 3’yemîn Kongreya Asayî li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê li dar bixe. (12.00)    * Serokê HEP’î Abdulsamet Sakik ku li Dîlokê hatibû qetilkirin, dê di salvegera qetilkirina xwe de li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Dîlokê bê bibîranîn. (12.00)