Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê 2024-11-04 10:43:04 AMED - Hat zanîn ku hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê dê biçin Êlih û Mêrdînê.   Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari dê biçin Êlih û Mêrdînê. Hat zanîn ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê biçe Êlih3e, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Uçar jî biçe Mêrdînê. Li bendê ye ku Bakirhan û Hatîmogûllari jî ji ewil biçin Êlihê.    Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê qeyûm tayîn kiribû.