DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû 2024-11-04 11:10:24 NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di hilbijartinên 31’ê Adarê de her 3 şaredariyên qeyûm lê hatin tayînkirin bi ferqeke mezin qezenc kiribû.   Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk îro di danê sibehê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê qeyûm tayîn kir. Doz û lêpirsînên derheqê hevşaredaran jî weke hinceta tayînkirina qeyûman hatin nîşandan.    RÊJEYA DENGAN A HER 3 BAJARAN   DEM Partiyê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li her sê bajaran jî serkeftineke mezin bi dest xistibû. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr bi rêjeyeke ji sedî 57,40’ê bi ser ketibûn.    Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik jî bi rêjeyeke ji sedî 64,52’yê bi ser ketin.    Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram jî di hilbijartinê de ji sedî 39,45’ê dengan standin û bi ser ketin.