DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe 2024-11-04 12:19:37 ENQERE - DEM Partiyê biryar da ku civîna koma xwe ya heftane ya Meclisê li Mêrdînê li dar bixe ku qeyûm lê hate tayînkirin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji ber tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî yên Rihayê, dê civîna koma heftane ya Meclisê li Mêrdînê li dar bixe.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê sibe saet di 13.00’ê de li Mêrdînê di civîna koma partiyê de biaxive.