Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin 2024-11-04 14:46:45   MÊRSÎN - Li Mêrsînê li dijî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyan meş hat lidarxistin û tayînkirina qeyûman hate protestokirin.   Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê li navçeyên Akdenîz û Toroslarê meş li dar xist. Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek welatî tev li bûn. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Dê qeyûm biçe gel dê li cihê xwe be” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkirin.    'ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE’   Piştî meşa li navçeya Akdenîzê daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan axivî û wiha got: “Li dijî zîhniyeta darbekar û gelê kurd tune dihesibîne, li dijî zîhniyeta îradeya gelê kurd tune dihesibîne roj roja berxwedan û têkoşînê ye.”    Parlamenter Perîhan Koca jî got ku ew ê darbeya qeyûm qebûl nekin. Koca, wiha domand: “Mêrdîn a me ye, Êlih a me ye, Xelfetî ya me ye. Em xespkirina îradeya gel qebûl nakin. Em qeyûman baş nas dkiink. Qeyûm dizîker in, xesp e, darbe ye, darbeya li dijî îradeya gelê kurd e. Darbeya li dijî îradeya jin û ciwanan e.”    Her wiha Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar dê saet di 18.00’ê de li Parka Ozgur Çocukê daxuyaniyê bide û banga tevlibûnê kir.