Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye 2024-11-04 15:40:57   RIHA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak tev li nobeta li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê hatiye destpêkirin bû û wiha got: “Li dijî talana sedsalî roj roja mezinkirina berxwedanê ye."     Nobeta li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) Cahît Kirkazak di nobetê de axivî û wiha got: “Îroj roja berxwedanê ye. Roja berxwedana li dijî talan û polîtîkaya sedsala ye.”    Kirkazak, destnîşa kir ku ew baş dizanin bê ka AKP hewl dide çi bike û wiha bi dawî kir: “Banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî diziyê, xwedî li neteweya demokratîk derkevin. Erdogan, gelê kurd serî li ber mezinên te netewand ma dê li ber te bitewîne."    Nobeta gel a li pêşiya şaredariyê didome.