Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin 2024-11-05 09:59:27 MÊRDÎN - Welatiyên li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tev li nobetê bûn, diyar kirin ku divê kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha gotin: “Ev xak a me ye. Divê her kes rabe ser pêyan.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberên herêmî yên 31’ê Adarê de careke din Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xistibû. Wezareta Karên Hundir a dewlet tirk jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. Çalakiyên protestoyî yên li dijî qeyûman didomin. Li gelek bajaran çalakî tên lidarxistin û yek ji navendên çalakiyan jî pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye. Welatiyên tev li nobetê vê derê bûn, xwestin xespkirina îradeyê bi dawî bibe.    KALÊ 80 SALÎ LI QADA ÇALAKIYÊ YE   Welatiyê bi navê Mehmet Zekî Dogan ê 80 salî, piştî bihîstina agahiya tayînkirina qeyûm bi gopalê xwe hate pêşiya şaredariyê. Dogan, got ku ji berê ve mafên kurdan tên xespkirin. Dogan, bi xwendina helbesteke bi kurdî tayînkirina qeyûm vegot û ev tişt anî ziman: “Divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve û her kes bi îradeya xwe bê birêvebirin. Mafê tu kesekî nîne zilmekî wiha bike. Bêguman dê xwedê ji ber vê zilmê belaya wan bide. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li her çar aliyên cîhanê her kes dê heqê xwe bistînin. Îro gel li vir daxwaza heqê xwe dike. Xwedî li vîna xwe derdikeve. Berxwedan, mafê wan e.”    'LI REXEKÊ DEST DIRÊJ DIKIN, LI REXA DIN LÊ DIXIN’    Husnu Ekrem jî ji Îzmîrê ji bo mêvandariyê hatiye Mêrdînê û piştî bihîstina bûyerê, hatiye pêşiya şaredariyê. Ekrem, wiha got: “Em ne ji zindanan ne jî ji mirinê ditirsin. Heta duh jî pêşniyara dewletê ji kurdan re dikirin. Destê xwe dirêj dikirin. Wisa xuyaye ku li rexekê mijûl dikin û li rexa din lê dixin. Em vê qebûl nakin. Heta ku xwîn di laşê me de hebe em ê vê qebûl nekin. Bavê min ji ber seferberê 7 salan leşkerî kir. Lê ev sed sal in kurd li Tirkiyeyê di bin zextan de ne. Li dijî vê hewceye em li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û yekitiya xwe ava bikin.”    Mehmet Ezgî jî destnîşan kir ku qeyûm qanûnî nîne û xespkirina îradeyê ye. Ezgî, wiha domand: “Divê em li dijî xespkirina îradeya xwe derkevin. Em vê qebûl nakin. Em aştiyê dixwazin. Îradeya gel e. Em van tiştên li dijî îradeya gel hatine kirin şermezar dikin.”    'MÊRDÎN A ME YE’   Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya ku di nobetê de cih digire, anî ziman ku ew ê îradeya xwe teslîm nekin. Kaya, wiha pê de çû: “AKP çiqas qeyûman tayîn dike bila bike, heke hinek wijdana walî hebe, hinek îmana wî hebe divê li ser îradeya gel rûnene. Heke li wir rûniştibe, ji xwe ev tê wê wateyê ku ne îman, ne wijdan ne jî insanetiya wî heye. Mêrdîn a me ye. Ew bimirin jî, bijîn jî, qeyûm jî tayîn bikin û çi bikin jî Mêrdîn a me ye. Şaredarî ya me ye. Heta ku em hebin dê her li pey vê dozê bin. Em ê şaredariyên xwe biparêzin. Kurdistan a me ye. Mêrdîn a me ye. Bila bicehimin biçin. Tu tiştekî wan li vir tune ye. Bila ji Mêrdînê derkevin. Mêrdîn Mêrdîna me ye. Ew walî nikare li wir rûne. Bila biçe binê cehnemê û ji wir derkeve. Ew der cihê gel e. Îradeya me tevan e.”    'DIVÊ HER KES RABE SER PÊYAN’   Nûrê Tarlak jî destnîşan kir ku çi dibe bila bibe dê qeyûm qebûl nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Qeyûm nikare pê li xak û welatê me bike. Ev welat welatê me ye, axa me ye. Şaredarî ya me ye. Heke hinek wijdana wan hebûya dê qeyûm tayîn nekiribûna. Em naçin welatê wan û bi darê zorê şaredariyên wan jê bistînin. Bila ew jî neyên welatê me, xaka me, şaredariya me. Em wan naxwazin. Bijî berxwedan. Divê gelê kurd rabe ser pêyan û kesek li malê ne rûne. Li Wanê çawa her kes rabûbe ser pêyan, divê li vir jî wisa be. Em ê xaka xwe ji tu kesekî re nehêlin.”   MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin