Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne 2024-11-05 13:14:21   ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, diyar kir ku şaredarî bi ked û erêkirina gel bi dest xistine û wiha got: “Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şarederiyê ji me bistîne.”    Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê didomin. Yek ji navendên çalakiyan jî Êlih e. Hevşaredara Êlihê ya berê Songul Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û Hevşaredara Êlihê ya niha Gulistan Sonuk têkildarî qeyûm û polîtîkayên wan axivîn.    ‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ MAFÊ JIYANÊ YE’   Hevşaredar Gulistan Sonuk diyar kir ku waliyê Êlihê şaredarî “xesp” kiriye û wiha got: “Ji roja em hatin hilbijartin heta niha walî gef dixwar. Ev 8 meh in waliyê Êlihê qet nerazaye. Tehemûl nekirin ku gelê me ev 8 meh in hinek nefesê distîne û bi rêya qeyûm xesp kirin. Bêguman ne tenê avahiya şaredariyê, em weke êrişeke li dijî zimanê kurdî, îradeya jinan, mafê jiyanê yê astengdar û welatiyan dibînin. Dema me şaredarî bi dest xistî 3 milyar TL deynê wê heye. Em vê tenê dorpêçkirina şaredariyekê nabînin, her wiha tunehesibandina keda gelê me yê di hilbijartinan de kolan bi kolan, mal bi mal geriyayî jî dibînin. Ev yek, nenaskirina îradeya kesên li vî bajarî têkoşiyayîn û bedel dayîn e. Em ne tenê weke şandina memûrekî dinirxînin.”   TEBLÎX NEHATE KIRIN   Sonuk, daxuyand ku heta niha têkildarî qeyûm tu biryar ji wan re nehatine teblîxkirin û ev tişt anî ziman: “Heke rûyê waliyê Êlihê hebe bila daxuyaniyê bide gel û biryarê teblîx bike. Ketina me ya şaredariyê tê astengkirin. Bi hezaran leşkerî û polîs anîne. Li dijî vê rastiya gelê berxwedêr jî heye. Em li vir in û em vê şaredariyê wisa bi hêsanî teslîmî du memûrên erzan nakin. Ji ber ku ev şaredarî tu kesî bexşî me nekiriye. Me bi keda xwe, bi keda gel, bi dengên gel bi dest xist. Lewma jî tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne.”    ‘EM BI HEV RE BI SER KETIN Û DÊ BI HEV RE BIPARÊZIN’    Di berdewamê de Sonuk, got ku di pêvajoya hilbijartinê de konsepta şerê taybet ketiye dewrê û wiha pê de çû: “Lê jinan pir baş bersiv dan. Di mijara xwedîderketinê de jî em li benda heman tiştî ne. Me ev şaredarî bi hev re qezenc kirin û em ê bi hev re biparêzin. Banga min ji bo her kesî ew e ku ji bo parastina îradeya xwe bên pêşiya şaredariyê. Em ê berxwedanê mezintir bikin. Em li vir û dê şaredariya xwe teslîm nekin. Ji ber ku em ji wan in ên dibêjin ‘teslîmiyeta ber bi xiyanetê ve dibe.’ Lewma em ê tu caran teslîm nebin.”    ‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINA YE’   Songul Korkmaz jî bi bîr xist ku cara 3’yemîn e qeyûm tê tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Mafê bijartin û hilbijartinê yê gel tune tê hesibandin. Bi vê yekê re mafê jiyanê jî tê binpêkirin. Qeyûm tu caran ji bo xizmeta gel naxebite. Qeyûm, êrişeke li dijî destkeftiyên jinan, destkeftiyên gelê kurd û îradeyê ye. Êdî qeyûm veguherandine rejîmekê. Em vê qebûl nakin. Ev rejîm destkeftiyên gelê kurd û jinan tune dihesibîne. Bêguman em ê li dijî vê bisekinin û dê her bisekinin. Qeyûm, mudaxileya li dijî xwebirêvebirinê ye.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Korkmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê me li ser sindoqan xwedî li îradeya xwe derket û dê niha jî xwedî li şaredarî û hevşaredarên xwe derkeve. Banga me ji b her kesî ew e ku li dijî neheqiyê dengê xwe derxînin. Di serî de jin û ciwan, divê hemû dînamîkên civakê tev li vê piştevaniyê bibin û li dijî neheqî û bêhiqûqiyê bisekinin.”    MA / Rûkiye Adiguzel - Fethî Balaman